Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îngîlîzî] de;

2. zimanê hevpar ya dinyayê ye. di dîrokê de, kîjan netew serdest be, zimanê wê netewê jî bûye serdest û di zanistiyê de û di danûstandinê de bûye zimanê standart. ev bi qasê sedsalek e ku zimanî îngîlîzan serdest e, ji ber ku dewleta îngîlîstanê û amerîka dewletên serdest in û her wiha piraniya pêşketinên zanistî, bi vî zimanî tên nivîsandin û ragihandin.
bingeha piraniya zanistan, di vê sedsala dawîn de hat avêtin. zimanê wan, lîteratur û termînolojiya wan di vê sedsalê de hatin afirandin, loma ger di pêşerojê de netewek din bibe serdestê dinyayê jî, bawer nakim ku bi hêsanî zimanê zanistê û dinyayê veguhere zimanekî din.
ango wer xuya ye ku wê êdî heta hetayê zimanê hevpar yê dinyayê, îngîlîzî be. ev yek ji bo vî zimanî him tiştek baş e, him jî ne baş e tabî.



21.06.2017 23:46 | simurg56