Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazer] de;

233. bavê tirşikê ye.
lewra li gorî gotina wî bixwe -ku di nav bi hezaran peyaman de niha nikarim bibînim- tirşikê wek zarokekî xwe dibîne. ji ber wê yekê, her çiqas demek dirêj jê dûr mabe jî, bawer nakim dev jê berde.
duh nîvê, hêdîka hatîye û ser tirşika ku di serma şevê de xwe kifş hiştîye, nixumandîye *



25.12.2019 22:55 | simurg56

201. bi qasê ku şîfreya xwe ji bîr bike ji tirşikê dûr ketibû.

(bnr: ji tirşikê ewqas dûr ketin ku şîfreya xwe ji bîr kirin)



17.06.2016 19:11 | simurg56

189. ê ku em dizanin dijî.

ji ber ku wê pirtûkên xwe yên ku ji 3. xelatên tirşikê heq kiribû, bistîne.



04.11.2015 23:19 | simurg56

164. li ba rêvebiriya tirşikê, ji kesek din ne cûda ye. ger peyamên dijûnker û hwd. nivîsandibe wê weke nivîskarên din rastî sansûrê were û berî niha hatiye jî.



08.05.2015 21:45 | simurg56

137. îro ji nişka ve hatiye û hemû agahiyên li profîla xwe, jê biriye:

Here lînkê



15.02.2015 19:14 | simurg56

131. dîsa dev ji tirşikê berdaye. û hinek gotinên ku min fêhm nekirin jî gotiye: bnr: onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip/56877



ji tirşikê tiştên gelek cûda hêvî kiriye û êdî hêviya xwe jê biriye. ew hêvî çi bûn û sedemên pêknehatina wan çi bûn nizanim. carina cezbê û di rojekê de 1000 peyaman dinivîse û paşê lê dide diçe. j'min ev ne tiştek normal e.



17.01.2015 18:12 | simurg56

111. nizanim çima lê ji min re go ku dev ji hemû malperên sosyal meydayê berdaye û ji bilî tirşikê li hemû malperan peyamên xwe jê biriye.



16.10.2014 23:02 | simurg56

105. bêguman "tirşikvanê ku ew me ji cihê ku em wî nabînin, dibîne" ye



16.07.2014 20:47 | simurg56

102. tirşikvanê ku heqê xwe yê pirtûkstandinê da camêrek ku pirtûka "bîra qederê" xwest û stand.



15.06.2014 08:38 | simurg56

85. ê ku li ser twitterê aktîf e. him jî îro û duh jî...

(bnr: îstîxbarata tirşikê)



04.05.2014 21:32 | simurg56

69. tirşikcanê ku li herkesî, bi çavê tirşikvanê potansiyel, dinêre.

mesele li nivîskarek dinêre û dibêje: tê de qet tune be potansiyela 1000 peyaman heye. (heçko li berxikek binêre û texmîna kîloya goştê ku wê jê derkeve, bike) *



02.03.2014 22:54 | simurg56

60. nivîskarê ku ez bawer im niha bersivek 100-150 rûpel dinivîse.



15.02.2014 20:12 | simurg56

54. berhevkarê peyv, bêje û gotinên pêşiyên kurdan e. ji gelek malper û rûpelên kurdî tiştinan berhev dike û tîne li arşîva tirşikê zêde dike. vê yekê ewqas lezgîn dike ku nekarîna nîşandana çavkaniya xwe, normal e. qomançêro gotinên xwe de rast e lê gotina diz jî beredayî ye.



09.02.2014 11:02 | simurg56

40. nivîsvanê ku dîsa kepengên xwe bi peyama "cardin bi xatirê te tirşik.. di berbanga roja pêncê de li hêviya min bimîne.. dema tîrêjên tavê tarî û zilûmata şevê zeft kir û vegirt çavên xwe li rojhilatê biçikîne." girtiye.

peyama ku nivîsandiye, ji fîlmathe lord of the rings standiye lê gelek xweşik wergerandiye. mirov dibêje xwezî her sê fîlmên vê rêzefîlmê wergerand û me vê carê bi kurdî temaşe bikira.



12.12.2013 23:10 | simurg56

39. nivîsvanê ku playlîsta wî gelekî meraq dikim.

nîvê stranên ku tirşikê de navê wan hatine hildan, playlîsta wî de heye maşellah.

stranên ji hemû zimanên dinyayê, dihewîne. zimanê belûçî jî tê de..



05.12.2013 20:22 | simurg56

33. kedkarê tirşikê ye. kevçiya tevdana wê ye.

min ji ku xwendibû nizanim lê gotibû wê 2 heftiyan li van deran tune be.

lê dîsa jî belkê ji cihê ku em wî nabînin, me bibîne.



11.11.2013 19:29 | simurg56

28. lokomotîfa tirşikê ye.

li rewşa xwe wisa nivîsiye "ta çend hefteyekî ji ber karûbarên xwe yên şexsî ez ê nekarim di tirşikê de binivîsim.. "

bawer im, dema vegere wê peyamên wî yên herî kurt 2 rûpel bin *



30.10.2013 22:34 | simurg56

21. nivîskarê ku puana wî ya karmayê, ji hejmara peyamên gelek nivîskaran zêdetir e *



24.10.2013 23:40 | simurg56

11. nivîskarê ku hemberî wî berxwedanek aj daye:

(bnr: bila modetor endazer were guhertin)



12.08.2013 21:47 | simurg56

6. ferhenga gotinên pêşiyan ya bi du ling e. belkî ling jî tune be tenê ferheng be jî, min nedîtiye, nizanim.



29.06.2013 23:08 | simurg56

5. nivîskarê ku ji vir dikare were şopandin: http://pezkuviyecudi.blogspot.com/

xwediyê blogeke bi dirûşmeyek gelekî balkêş û xweşik: "go: kerengo warê te? go: ba zane.."



05.06.2013 16:42 | simurg56