Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferzbûna çêkirina panzdeh zarokan] de;

4. ferza şeytên e.
ger hûn 15 zarok çêbikin wê;
1 wê kêmaqil/nexweş be ku nikare pêdiviyên xwe pêk bîne.
1 bibe qorîcî/cehş
5 bibin akpyî/cimaatçî/hizbulşeytan vs
1 bibe chpyî
7 jî bibin welatparêz

ji wan welatparêzan wê;
1 bibe kurdê welatparêz lê muxalîfê pkkê
ji yên din wê yek 1 an jî 2 heb bikevin nav partiyê û jiyana xwe tê de pûç bikin.
1 jê wê bixwîne û bi tirkek re bizeqice û here li stenbol an jî îzmîrê bi cih bibe. wê êdî tenê dengê xwe bide partiyê.
yên din jî wê bikevin derdê debara xwe.

welhasil çêkirina 15 zarokan kêrî tu gûyî nayê. şûna wê 2, 3 an jî 4 zarok çêkin herî zêde. lê bila her yek ji wan zimanê xwe bizane, bibin xwediyê karekî baş û li gelê xwe û doza xwe xwedî derkevin bes û gelek zêde ye jî.



13.11.2017 21:18 ~21:48 | simurg56