Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dunkirk] de;

1. fîlma christopher nolan e.

fîlmek cûda ye. salên şerê cîhanê ya duyemîn e. hîtler, wek daîşa serdema xwe, heçîyê derkeve pêş wan, têk diçe an jî direve.
li bajaroka dunkirkê, di navbera elmanan û hêzên hevbeş yên belçîka, fransa û îngîlîstanê de şerek dijwar heye. ji ber dorpêça hêzên elmanan, ji xeynî revîn/paşvekişandinê tu çareya dewletên din tune.

tê de aksîyon him heçko gelek heye him jî heçko tune. mirov dikeve psîkolojiya wan leşkeran û di nav bedbînîyê de dimîne. jixwe ez bawer im armanca derhêner jî ew e ku rewşa derûnî ya van leşkeran bide zanîn.
fîlma full metal jacket jî wek tiştekî wisa xuya dikir lê min nekarîbû xelas bikim, min jê hez nekiribû.
min 84 pûan danê.



26.12.2017 23:12 | simurg56