Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [a cure for wellness] de;

1. fîlmek ji cûreya tirs, rageşî û nepenîyê ye.
mijara fîlmê zêde ne balkêş be jî senaryo baş e, doza rageşîyê jî xweş e û berî her tiştî dîmenên fîlmê baş in.
bi taybetî sahneya trênê û qezayê gelek xweş bûn.

ji ber ku mijar deresirûştî ye, mirov nikare zêde bikeve pey mantiqê lê dîsa jî ji vê aliyê ve jî ne xerab e. min ji fîlmê hez kir û 88 pûan danê.

wateya navê filmê; "dermanek ji bo xweşiyê"

ji bo kesên ku fîlmê temaşe kirine lê ji bûyeran tam fêhm nekirine;


rêvebirê tesîsê, ew baronê berî 200 salan e. berî 200 salan, ew meseleya sêrbûna(qisir) jina/xweha baron, ne rast e. jixwe paşê hat gotin ku dema gundiyan wê kuştin, keça wê ya di zikê wê de jê filitî û ket rûbarê de. paşê di wêneyekê de tê dîtin ku baron destê keçikekî 10 salî fîlan digire û dest û rûyê wî şewitî ye. yanî baron, vê keça xwe mezin dike. keça wê jî ne sêr e. tenê hinek bi derengî ketiye. sedema hemû hewlên baron ew e ku emrê xwe û keça xwe dirêj bike. li derekê baron dibêje ku ew mar di rewşa normal de 12 sal dijîn lê li vir 300 sal dijîn. ew jî tê wê wateyê ku li wir dem 25 qet hêdî diherike. yanî di van 200 salên borî de, ji bo wî keça wî tenê 8 sa derbas bûne. loma keça wê hê nebûye jin. kesên ku tên vir -weke di sahneyêkê de tê gotin- bêkes in. yanî li dinyayê kes wan nafikire û nakeve xema wan. loma venegerîn û mirina wan ji kesî re nabe xem. û jixwe ne welatîyên wî welatî ne.



29.01.2018 20:07 | simurg56