Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [alien: covenant] de;

1. dewama fîlma prometeus e û rabirdûya rêze-fîlma alien e.
fîlm behsa wextê di navbera prometeus û alien de, dike. lê tabî çîrok xelas nabe. di derbarê vî wextî de herî kêm 2 fîlm din jî wê werin kişandin.
ji aliyê aksîyon vs ve, fîlmeke klasîk ya alien'an e. lê ji ber ku hinek parçeyên çîrokê digihîne hev û ronî dike, divê were temaşekirin.
min 80 pûan danê.

ji bo kesên ku fêhm nekirine;

sax-mayîyên prometeusê (davîd û Elizabeth Shaw) berê xwe dabûn gerstêrka endezyaran. lê di vê rêwitiyê de davîd shawê dikuje û li ser wê ceribandinan dike da ku nifşeke bêqûsûr ya alien'an biafirîne. wan diafirîne û berdide gerstêrka endezyaran. (tabî ger bi rastî jî ew bin) û wan hemûyan dikuje û gerstêrkê dixe destê xwe. paşê keştiyek, sînyalek ji vî gerstêrkî distîne û tê vir. dawîya dawîn, daîvd wan dide kuştin û dest datîne ser keştiya wan ku tê de bi qasê 2000 rêwiyên razayî hene. wê here gerstêrka Origae-6ê û nifşa xwe ya nû li wir jî belav bike.



04.02.2018 20:26 | simurg56