Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komoot] de;

1. bername û malperek e.
ji sporên meş, bezîn û duçerxeyê (bîsîklet), mirov dikare ji xwe re rotayan dîyar bike û hemû kitekitên vê rêwitiyê kontrol bike. her wiha berî derketina sporê, mirov dikare gpsê veke û bi vî awayî bername hemû rêwitiyê qeyd dike. dû re mirov dikare kitekitên vê aktîvîteyê bibîne.
weke mînak, dirêjahiya aktîvîteyê, riya hatî çûyîn, li ser nexşeyê rotaya rêwitiyê, çend km hatîye çûyîn û çiqas bilindahî guherîye û hwd.
ger mirov aktîvîteyên xwe ji herkesî re veke, dikare weke platformeke medyaya sosyal jî bi kar bîne. şopandin, şîrovekirin û hwd.

min çend heb bernameyên wisa ceribandin, lê ji vê xweşiktir peyda nekir. strava popûlertir e lê hinek ji van taybetiyan nahewîne. tekane tişta ku min dixwest di komoot de hebe ew e ku bi reliveê re senkronîze bûbûya. belkî di pêşerojê de...

malper: Here lînkê
sepan: Here lînkê



27.03.2018 22:02 ~22:03 | simurg56