Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de guhertina navên tirşikvanan] de;

15. bi taybetî eger mijara gotinê nivîskarek kevin be, tiştek biproblem e. çimkî di hişê herkesî de êdî ew nav bi profîlek ve zeliqîye. her roj navê kesekê biguhere, mirov nekare bişopîne, wê cîhnumaya tirşikê şaş bibe.
weke din, di nava salan de gelek bnr, vbnr tên dayîn ji bo wî navî. dema nav were guhertin, ew bkz fîlan hemû betal dibin.
loma wek rêveberîya tirşikê, ji bo nivîskarên ku êdî di tirşikê de cî girtine, me nedixwest nav were guhertin.
hozan serhad, ev belkî 2 sal in ku li pey me digerîya lê me qebûl nedikir. di eslê xwe de sedemek wî ya maqûl jî heye: navê wî di eslê xwe de navê hunermendekî rastîn e. loma vê serlêdana wî ya dawîn de, êdî lijneya rêveberîya tirşikê destûrek taybet da ji bo cenabê wî.



15.12.2020 21:50 | simurg56

2. ji bo kesên ku ji 200 peyaman kêmtir nivîsandine, êdê pêkan e.



07.04.2020 16:42 | simurg56