Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [twitter] de;

56. malpera ku kodên bingeha xuyaniya sîstema xwe bi weke çavkaniya azad bi projeya bootstrapê parve dike û diayên gelek mirovan distîne.

xwedê jê razî be.



05.11.2014 21:14 | simurg56

50. malpera ku piştî hilbijartinan îro qedexeya li ser wê, hatiye rakirin.



03.04.2014 19:39 | simurg56

48. (bnr: çû çû nema tê)



platforma ku êdî bi riyên standart nikare were gihiştin. êdî ji bo ku mirov bikare malperê veke riyên tevlîhevtir lazim in. nexwe ez ê nema bikarim li ser twitterê mirovan vexwînim tirşikê.

neyse, navnîşana facebookê çi bû?? *



24.03.2014 20:28 | simurg56

43. malpera ku piştî ku li tirkiyeyê hat qedexekirin, mirov dikare bi guhertina dnsyan dîsa jî bikevê.



22.03.2014 11:38 | simurg56

27. malpera ku dema min xwest wêneya alaya kurdistanê nîşan bidim, hişyariya "dîqat: naveroka hesas" da min. hesas?



01.02.2014 19:44 | simurg56

26. platforma ku hinek mirov wê weke cihê kar dibînin. dema sibeh ji xey rabin, piştî taştê tên ser komputerê û bi twita ewil "rojbaş" dest bi kar dikin.



11.01.2014 10:21 | simurg56

21. platforma ku hêdî hêdî cihê facebookê digire.

îro min tê derxist ku li kêleka hinek hesaban "îkona pejirandinê/îşaretkirinê" derdikeve û min fêhm kir ku wateya vê îkonê ew e ku, ew profîl bi rastî jî aîdê wî kesî ye. ji bo hesabên navdaran ev xizmet destpê kiriye. yanî mirov bi vê îkonê dizane ka hesabên ku bi navê navdaran hatiye vekirin, rast in an na. vaye derdeke me yê din jî çareser bû...



08.12.2013 20:08 | simurg56

19. malpera ku emrah yê stranbêjê tirk, 5 milyon dolar hîsseyên wê kiriye.

êdî dema hûn bikevin twitterê, bizanin ku çavên emrah, emrahê biçûk li ser we ye.



23.11.2013 22:52 | simurg56

16. xizmeta ku îro hîn bûm ku destûr nade şopandina ji 2.000an zêdetir kesan. her hesabek dikare herî zêde 2.000 kesan bişopîne.

qeydeyek aqilane ye lê mixabin xebata me ya li ser twitterê ya tirşikê, asteng dike.



16.11.2013 09:36 | simurg56

13. malpera sosyal medyayê ku mixabin hesaba min cara çaremîn dan rawestandin û vê carê rik dikin û venakin.



04.09.2013 17:23 | simurg56

11. ji ber ku ez hesaba xwe ji bo reklama tirşikê bi kar tînim, bi hezaran tweetên wekhev berhev bûbû. lê baş e ku min riyeke jêbirina wan dît: tevde jêbirina tweetan



31.08.2013 15:46 | simurg56

9. cara sêyemîn hesabê min vejand. spas jê re dikim.



31.08.2013 10:44 | simurg56

8. cara sêyemîn e ku hesabê min sekinand. welleh vê carê îşê min zehmet e. ka min ji wan re peyameke xapandinê şand dîsa, îşeleh dîsa vekin.



30.08.2013 22:27 | simurg56

7. ya ku bi saya wê tirşik her ku diçe xwe digihîne zêdetir nivîskarên kurd.

tu platformek din bi qasê twitterê kêr reklama tirşikê nayê.

ji ber ku mirov dikare ji her kesî re tweet bişîne

ji ber ku kesên twitter bi kar tînin, piranş ji nivîsandinê hez dikin

û ji ber ku bilez û fonksiyonel e, ji bo xwe gihandina kurdên kurdî-nivîs platformek bêhempa ye.

ez bawer im herî kên %70ê nivîskarên heyî, bi saya twitterê hatin.

her çiqas du caran ji ber van armancên min yên emperyalîst hesaba min, sekinandibe jî, her hebî twitter.



19.08.2013 21:10 | simurg56

4. rol distîne lê, bawer nakim ku di çalakiyên girseyî de bi qasê tê gotin rol bistîne.



02.07.2013 16:26 | simurg56

1. li gor akpê di bihara ereban de amûrek e ku desthilatan nedikar asteng bikin lê şoreşoka chpê de îcateke şeytên e.



04.06.2013 03:42 | simurg56