Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qewî] de;

2. her wiha tê wateya "qederek, gelekî, têra xwe, tibabek".
ji ferhenga tirşikê: Here lînkê, Here lînkê

ji wêjeyê çend mînak (ku yek ji wan ji ehmedê xanî ye);

"Seydayê E. Xanî di şiîreke xwe de nemirên beriya xwe bi nav dike û weha dibêje
"Min da ilama kelamî mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bi nav e riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi edeb bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesed e bazar
Nîn in ji qimaş re xerîdar'
[hêz û bedewiya pênûsê - Mehmet UZUN]


Ew qewî zengîn bû û kurrê xwe yê yekane kir mîrasgirê xwe lê pê re biryar da ku ger kurrê wî bêûcax wefat bike, bila Monna Giovanna, ya ku wî pirr jê hez dikir, bibe wergira malê kurrikî"
[30 Çîroken bijare - Husein MUHAMMED]

"Hem reng û hem jî dirûv nedîtî bedew bûn û herwa di cilên ew didirûn de ev taybetmendiya seyr û sosret heye: ew mirov, yê ku nikare erk û wezîfeyên xwe bi cî bîne yan jî qewî bêaqil e, wan cilan qet nabîne"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]



ji xeynî vê wateyê heçko wateyeke din jî heye.
weke mînak hevokên wisa tên bîra min:

- qewî tu nayê cem me. xêr e dilê te maye?

ya rast ev jî dişibe wateya "ev demek dirêj e, tibabek e û hwd."



01.05.2018 22:30 ~22:31 | simurg56