Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ber bi vejetaryanbûnê ve çûn] de;

9. pêvajoyek wijdanî ye.
bi ya min ya rasttir ew e ku şert û mercên xwedîkirin û serjêkirina heywanan were başkirin. yanî divê heywan di şert û mercên xwezayî de werin xwedîkirin û dema werin serjêkirin jî divê êşê nekişînin û serjêkirina hev û din nebînin hwd.

xwarina goşt ji bo tendûristîya mirovan pêwist e. mirov çi jî bike nikare cihê pêdiviyên ku ji goşt û hilberînên din yên heywanan tên standin, tije bike. helbet îlaç mîlaç hene lê ev ne xwezayî ne û têrê nakin.

mirov parçeyeke ji xwezayê ne. berî her tiştî divê em vê ji bîr nekin. ger em vê ji bîr nekin, wê demê em ê bajaran nekin %98 beton, em ê mirîşkan di 45 rojan de mezin nekin û heywanan mîna konserveyan bi makîneyan parçe nekin... lê ger em xwe ji xwezayê bêtir jî îzole bikin, normal e ku em êdî heywanan mîna fîlma matrixê, wek kidadkan(karik) mezin bikin.

di xwezayê de heywan hev û din zindî zindî jî dixwin, mirov her roj bi antîbîyotîkan bi trîlyonan bakterîyan dikujin, dema mişk vs bikeve malê, kes tune ku wan jehrî neke an jî dafikan li ber wan venede, dema dimeşî bi hezaran mêwî û kêzik mêzikan dikujî, dema 1000 km rê diçî, esseh bi hezaran mêş dimînin cama erebeyê ve û gelek caran çûk jî li erebê diqelibin û dimirin û hwd. welasil heta ku mirov xwe ji vê dinyayê îzole neke û di keştiyeke fezayî de nejî, nikare xwe ji ketina gunehê heywanan xelas bike.

li gorî hemû baweriyan xwarina heywanan helal e.
li gorî zanistê pêdiviyên gelek girîng hene di xwarina goşt û hilberînên heywanî de.
li gorî teorîya werarê jî jixwe mirov piştî dest bi xwarina goşt kiriye, bûye mirov û jixwe anatomî û fîzyolojiya mirov jî li gorî wê guherîye.

welhasil vê gavê vejeteryanbûn an jî veganbûn erê tiştekî wijdanî ye û mirov dikare çepik jî bike lê bingeha wê ne di wê astê de ye ku rexne li yên goşt-xwar bike û wan bi xwarina goşt sûcdar bike. divê rexneya herî giran li şertên xwedîkirina heywanan be. wê demê wê eniya şer jî firehtir bibe.



13.05.2018 09:29 ~09:29 | simurg56