Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cinorek] de;

92. êdî moderator e li serê me. ser xêrê.



12.09.2023 22:06 | simurg56

66. hingî ez dizanim li koreya beşûr e. hindik maye bibe welatiyê wê derê. wê kengê vegere welatê dagirkirî, meraqê dikim.



27.04.2016 20:12 | simurg56

57. nivîskarê ku ez ê rîca û tika dikim bila nivîsên xwe yên di derbarê gerên xwe de, bi kurdî binivîse.

bila blog û malpera xwe ya bi tirkî bisekinîne û blogek kurdî veke. ger pêwist be ez ê jî alîkarî bikim.



10.05.2015 19:19 | simurg56

48. Jêhatî bû û tam jî ji ber ku di kurdiya wî de xeletiyên sosret hebûn, li cem min cihê wî cuda bû.



19.03.2015 14:00 | simurg56

42. tirşikvanek qîmet bû. ji ber ku dikariya nirxek li tirşikê zêde bike. lê xuya ye bûye ekşîcî.

bi ya min kirina wî gelek eyb e. şûna biçe li ekşiyê û behsa tirşikê bêje "ew malper e ku mirov dikarin heta êvarê dijûn û rexneyan li pkkê bikin" çûye û gotiye "ew malper e ku dijberên pkkê lînç dikin û fîlan"

wisa nivîsandiye ku heçko li tirşikê peyamên dijberên pkkê tên jêbirin an jî sansûrkirin û li vir %99ê nivîskaran pkkyî ne û bêhna dijberan diçikînin.

neyse, ekşi jî tirşikvan jî cihê rexne û şîroveyan e. nexwe fikra wî û ya ji tirşikê fêhm kirî ev e...



24.05.2014 08:51 | simurg56

25. balyozê tirşikê ya seulê ye.



20.02.2014 22:24 | simurg56

12. ya ku mixabin bêhemdê xwe weke cîranek dixwînim.



20.11.2013 20:09 | simurg56

7. gerokê tirşikê ye. şûna me hemûyan li dinyayê digere û nivîsên xwe yên derbarê gerên xwe de, li malpera xwe diweşîne: http://cinorek.org

welleh bi qasê ji malpera wî tê dîtin xweş geriyaye; tirkiye, îran, kore...

xwedê bêyî ku ji keyfa wî kêm bike, hinek jê bide me jî îşelleh



09.10.2013 18:20 | simurg56

1. nivîskareke hêja ya tirşikê ye ku ez bawer im xwediyê malpera cinorek.wordpress.com'ê ye.



09.09.2013 23:00 | simurg56