Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [la casa de papel] de;

19. rêzefîlmek xweş e lê hinek fîşalkirî ye.
wek min di vê peyamê de jî gotibû (la casa de papel/109431), piştî ku ji rojevê ket, min dest bi temaşekirinê kir. min digot qey xelas bûye. lê mixabin hê wê herî kêm sezonekî were kişandin. ku min bizaniya, min ê destpê nekira. ji ber ku piştî travmaya fînala lostê, dixwazim piştî xelasbûna wan, rêzefîlman temaşe bikim.


ku em werin rêzefîlmê; (hay ji xwe hebin, spoiler!) mijara rêzefîlmê bakêş e. di sezona ewil de hûrgilî zêde bûn û qisûr hindiktir bûn. lê dîsa jî di senaryoyê de problemên mezin hebûn.
karakterên sereke orjînal bûn lê ya rastî ne yên şelandinkî wisa profesyonel bûn. bi taybetî tokyo, rio, nairobî û denver. mirov nikare bi van ehmeqan re bi silametî here seyranê, îcar operasyonek wisa dîrokî. lê dîsa jî îdare kirin û bi awayekî, çû serî.
bi operasyona duyemîn û sezona sêyemîn, mesele tam ji rê derket. karakteran dest bi şovê kirin, mîna ku bêyî haya senarîst û derhêner, ji xwe re rolan binivîsin û bilizîn. her yek ket pey karîzmaya karaktera xwe. bi çîrokên evînê yên çêkirî jî, tam gû xistin nav rêzefîlmê de.
mirov dikariya 2 sezonên ewil tev, qisûrên xwe, qebûl bike. lê bi her du sezonên dawîn, ne pêkan e ku mirov xwe zêdetir teslîmî vê senaryoya jihevketî bibe. jixwe ew meseleya arturo... xwedêyo, bi tena serê xwe 10 pûan ji senaryoyê dikuje.

welhasil, min rêzefîlmê di nava 2-3 heftîyan de xelas kir û zêde poşman jî nebûm lê belê bi tu awayî ne efsane ye.



16.03.2021 21:26 | simurg56

5. ez bawer im ji wan rêzefîlm/fîlman e ku ji ber popûlerbûna wan ya zêde zêde, naxwazim temaşe bikim û piştî ku herkesî ji bîr kir, temaşe dikim. heta niha kê temaşe kiribe, pêşnîyarî min kiriye.



18.02.2019 19:50 | simurg56