Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirovekirind] de;

11. tirşikvanek baş û domdar e. mixabin ji ber rikekî bêwate, biryar daye ku dev ji tirşikê berde. wek li jor jî hatî gotin, li vir kesek tune ku bêje ez ji hemû nivîskar û nivîsên di tirşikê de, razî me.
nexwe divê hemû jî dev ji tirşikê berdin. heta divê dev ji axa xwe jî berdin newsa? dema li bajarê te, gundê te kesên ne wek te hebin, kesên dijberên te hebin, heta dijminên te hebin; ma mirov wê derê diterikîne? na. hewl dide ku rêya jîyanek hevpar ava bike.

rêvebirina malperekî wisa ne hêsan e. divê mirov carina nivîsên ku keyfa wî/wê jê re nayê jî, daqurtîne. çimkî me soza bêalîbûnê daye. bi saya formatê û bi saya lijneya rêveberîya tirşikê, em dikarin vê bêalîbûna xwe biparêzin. çimkî tu mirovek nikare tim û tim bêalî bimîne. bi saya rêveberîya hevpar, em tirşikê bêalî digirin.

welhasil, eger tê de tam û rengên cûrbecûr tunebûya, wê navê malperê nebûya tirşik.



27.05.2020 22:47 | simurg56