Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [blade runner] de;

7. bi replîka dawîn ya rutger hauer (Roy Batty, serokê androîdan), ji bo min gelek watedartir e.
ev replîk, di eslê xwe de, ji aliyê david peoples ve hatiye nivîsandin lê belê şeva berîya kişandina sahneyê, lîstikvan Rutger Hauer hinekî guhertîye û gelek xweştir kiriye;

"min tiştên wisa dîtin ku wê we mirovan bawer nekira. Keştîyên êrîşê yên agir pêketî li keraxa orion'ê. min tîrên c-beam temaşe kirin li ber dergeha Tannhäuser'ê. Temama van bîranînan wê di nav zemên de wenda bibin. Wek hêstirên ber baranê. Wextê mirinê ye."

Roy Battyê ku di fîlmê de van hevokan bi lêv dikir. andorîd bû. loma rast digot, em ku xwedayê wî ne, dizanin ku ji bo wî piştî mirinê tiştek tune. lê dema em xwe dixin şûna wî de, mirov xwe wek wê dilopa hêstirê hîs dike ku ji çavên wî herikî û tevlî baranê bû.
lewra ne pêkan e ku jîndarek xwedî hişmendî û bi hebûna xwe hesîyayî, ji vê hestê bireve.



17.01.2021 20:51 ~20:51 | simurg56

3. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 66.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



11.04.2020 23:41 ~2020.05.16 21:02 | simurg56

1. li gorî sala xwe, fîlmeke xweş e.
min berî 10 salan fîlan temaşe kiribû lê tenê hinek sahneyên tarî, şil û depresyonîk mab di hişê min de. wan rojan min dîsa temaşe kir, dîsa heman sahne man di bîra min de.
wisa zêde aksîyon nahewîne lê bes û zêde ye jî. bi çend hevokan mijara fîlmê kûr dike lê min dîalogên bêtir felsefîk hêvî dikir.
ji bo hezkirên cûreya honaka zanistî, fîlmek nebe nabe ye.



09.09.2018 22:01 | simurg56