Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the descent] de;

1. ji sala 2005an fîlmek ji cûreya tirs û rageşîyê.
tenê saeteke û nîv e û xweş e. mirov ji tirsan namire lê qet rihet jî nabe. mijara wê hebkî cûda ye û honandin jî ne xerab e. kişandina fîlmekî, di tarîtîyê de ne hêsan e lê derhêner karekî baş derxistîye holê.

piştî fîlma ewil, fîlma duyemîn jî derketîye (The Descent: Part 2) û behsa fîlma sêyemîn jî tê kirin.


cinawirên di fîlmê de, îhtîmalek mezin mirovên ji me ne. belkî bi milyonan salan di vê şikeftê de asê mane û loma çavên wan di nav vê tarîtîyê de kor bûye. jixwe weke din, me tu taybetîyeke wan ya taybet nedît. her wiha çermê wan jî spî ye, ji ber ku tavê nedîtine. di eslê xwe de heywanên reben yên dera hanê ne. rebeno kor in û bi derbekî dimirin. mirov ji wan cenawirtir in.



03.11.2018 20:13 | simurg56