Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [event horizon] de;

1. têgehekî fîzîkê ye.
ji bo wê sînorê tê gotin ku ji wê derê û pêve, êdî heta tîrêjên ronahîyê jî nikarin ji hêza kişandinê ya çala reş bireve.
çalên reş, hêzeke gelek ji gelek zêdetir dihewîne ku ev hêz her tiştî dikişîne nava çalê û wan her tiştan dike yek. ((bnr: singularity))
her ku tiştek nêzikî çalê bibe, hêza kişandinê zêdetir dibe û reva ji vê hêzê zehmettir dibe. bi qasê tê zanîn, di fezayê de tişta ku herî bilez tev digere, tîrêjên ronahiyê ne. lê piştî tîrêj ji vê event horizonê derbas bibin, êdî ew jî nikarin jê xelas bibin. pêşîn ditewin û ji riya xwe dibin, paşê jî dikevin nava çalê.
ger em rasterast wergerînin kurdî: asoya bûyerê

her wiha navê fîlmekî ye. mijara fîlmê orjînal e. lê bi ya min, senaryo dikariya baştir bûya. ji ber ku piştî demekê, êdî honaka zanistî diqede û fîlm dibe fîlma tirs û rageşiyê. loma ji bo min, nîvê dawîn ya fîlmê zêde ne girîng bû. dîsa jî ji ber ku hin pirs bêbersiv dimînin, mirov dawîya fîlmê jî meraq dike. min hê temaşe nekiriye lê dibêjin dişibe fîlma solarisê.



14.01.2019 22:52 | simurg56