Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [warrior] de;

1. bi îngîlîzî: şerger, şervan
fîlmekî ji sala 2011an e.
ji ber bavekî serxweş, malbatek parçe bûye. kurê biçûk yê malê vedigere ser kavilên malbatê.
dişibe fîlma here comes the boom. heta em dikarin bêjin ku fîlma here comes the boom komple di nava vê fîlmê de ye û fîlma warriorê tenê bingehek dramatîk lê zêde kiriye.

sahneyên di navbera Paddy û kurên wî de xweş bûn. dema hewl dida ku xwe bide efûkirin. bi taybetî dema li ber deriyê kurê xwe, dixwest nevîyên xwe bibîne, nas bike. min hêvî dikir fîlm li ser vê rêçê dewam bike lê mixabin ji wir û pê ve bû fîlma rocky.

min 76 pûan dayê.



20.02.2019 21:11 | simurg56