Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkên bi kurdî] de;

17. mijara ku êdî jê re hewce nemaye. ji ber ku jixwe beşa pirtûkan ya tirşikê vebû û hemû pirtûk li wir berhev bûn. û mirov herwiha dikare bi bijartina kategoriya pirtûkan û bijartina opsîyona "yên kurdî", dikare hemû pirtûkên kurdî bibîne. aha wisa: Here lînkê

wexta min vê mijarê vekirî, ev taybetiyên tirşikê tune bûn.



20.01.2018 10:41 | simurg56

6. bi rojanekirina dawîn gihaye hejmara 63 pirtûkan.



11.10.2013 22:30 | simurg56

1. mijara ku ji hemû pirtûkên ku kurdî hatine nivîsandin, û ji zimanên din li kurdî hatine wergerandin, pêk tê, ye.

li vê binê vê mijarê her ku navê pirtûkan û nivîskarê/wergêrê wan were nivîsandin, wê li vê peyamê ev pirtûk werin zêdekirin û bi vî awayî em ê bikarin lîsteya pirtûkên kurdî derxînin û bi tikandina navê pirtûkan em ê bikarin derbarê wan de nêrînên hev û din bixwînin û ji bo xwendinê bikarin ji xwe re pirtûkên kurdî hilbijêrin.



li jêr lîsteya pirtûkên kurdî li gorî rêza alfabetîk tê rêzkirin. (hemû moderator û admîn dikarin pirtûkên nû li vir zêde bikin)



ardû - hesenê metê

ardûda - ji mîran janbar

apê min cemşid xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir ji bextiyar elî - roman

av zelal bû - mezher bozan

bahol - çiya mazî

bakûrê helbestê - arjen arî

bîra qederê ji mehmet uzun - roman

bîhoka li pişt sînor - arjen arî

çil çarîn - arjen arî

dengê doyê - ferit edgü

destana kawa û azhî dehaq - arjen arî

destpêka edebîyata kurdî - mehmet uzun

dewet - Vladimir İlyiç Lenin

diêşiya - rênas jiyan

di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim - séchu sende - weşanên avesta *

dîwan - meleyê cizirî

dîwan ji ehmedê huseynî - helbest

dûvpişk bi xwe venade - edîb polat

epîlog - hesenê metê

eroûtîka - arjen arî

ev çiya rûspî ne - arjen arî

ez ê yekî bikujim ji firat cewerî - roman

Êşên qehbik - occo mahabad

êvara pervaneyê (navê orjînal "êwarey perwane") ji bextiyar elî

gorî û bindest - arjen arî

gulên qasid ji Fatma Savci - helbest

hawara dîcleyê - mehmet uzun

hêz û bedewiya pênûsê - mehmet uzun

kejê - adîl zozanî

koçera kej - harbî soylu

kulîlkên be'îvan - arjen arî

labîrenta cinan ji hesenê metê - çîrok

labîrenta evîna sêwî - mehmet çakmak

letîfe - ji sîras

leyla fîgaro - ji îbrahîm seydo aydogan

li derê- hesenê metê

masiyê reş ê piçûk - samed behrengî

mem û zîn - jan dost

merivên reben - hesenê metê

meşa morîyan - cîhan roj

mirina kalekî rind - mehmet uzun

mîrname - jan dost

nameya dîjle - faysal dağlı

nameyek ji xwedê re - yunus eroğlu

palûte - îsmaîl dîndar

pempûyê reş - muzaffer îzgu

pirça winda - mehmet şarman

ramûsan min veşartin li geliyekî - arjen arî

ristemê zal - edîb polat

rojnamevan - lokman polat

rojnivîska spinoza - ji ŞENER OZMEN

ronî mîna evînê tarî mîna mirinê - mehmet uzun

payîza peyvê - arjen arî

pêşengeha sûretan ji îrfan amîda - roman

şêrgele - arjen arî

rojek ji rojên evdalê zeynikê - mehmet uzun

siya evînê - mehmed uzun

smîrnoff - hesenê metê

sobarto ji helîm yûsiv - roman

tofan ji hesenê metê - çîrok

tu - mehmet uzun

û ronahi di tariye de dibiriqe - Tolstoy

xewna pîrepindan - Şerzad Hesen

xewnên pînekirî - medenî ferho

xewnên Şiyarî - Abbas Abbas

xezeva xwedê gundê êzdîyan - Eskere Boyîk

zarokên ber çêm - ciwanmerd kulek

zerdeşt wiha ferman kir - nietzsche





[nimroya peyama dawîn ya vê mijarê ku, li vê peyamê hatiye zêdekirin: 006



12.09.2013 15:18 | simurg56