1. stranbêjek ji kurdên sûrî ye. ne xerab e lê jê re hê divê. gotinên stranê; Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê (Nayê nayê) Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê Rabe rabe rabe şiyar be şiyar be şiyar be rabe Lêxin birano Lêxin hevalno Xûşkno delalno Tozê li erdêxin Xeta rakin Sînora rakin Çavên wan derxin Agirê gurkin Bankin bêjin Welat azad e Yek perçe ye Dijle û Ferat e Ji bona welat Canê me xelat e Mala we ava Seeta we xweş We ronahî kirî Ji bu şevê reş Rabin hevbeş Ji bu rojê reş Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê Rabe rabe rabe şiyar be şiyar be şiyar be rabe Lê dayê negrî Riyê me ne dûr e Zilxitê bike Dijmin nemane Hêstirê te barî Lê serî bilind e Axa welat Buha ye buha Ji buna wê me Xwîna da xwîn da Dosa xwe me Me berneda Xwîna me germ e Tu kanî xweda? Kurdistan Li paş derî ye Bane te dike Tu ne merî ye Welat iro pir dinale Dilê wê yî nazik neşewitîne Rabe bangke Bangke bêje Jiyana bê welat ticarî nabe Canê xwe da Kurd û kurda Li çol û çiya Efrîn koban Me tirs berda Bûne feda Xwîna me germ e Tu kanî xweda? Ka ka kanî xweda? Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê Lêxin birano Lêxin hevalno Xûşkno delalno Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê Canê xwe da Kurd û kurda Efrîn koban Me tirs berda Me tirs berda Êy êy Me tirs berda Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê Rabin hevbeş Ji bu rojê reş Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş |
|
12.04.2019 22:16 ~22:17 |
simurg56
|