Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elsevier] de;

1. şîrketekî holendayî ye. di sala 1880an de hatiye avakirin. navê xwe ji navê malabat Elzevir girtine ku wê demê xwediyê çapxaneyekî ne. lê tu eleqeya wan bi vê malbatê re tune.
vê gavê yek ji navendên herî mezin yê weşanên zanistî ye. ji 2.000 zêdetir kovarên wan hene. (piranî tenê li ser înternetê ne). di hemû beşên zanistê de, kovarên bi qedr û qîmet dihewînin.

ji bo ku gotarekî we di kovarekî wan de were weşandin, divê hûn perê bidin wan. (bnr: open access)
bi vî awayî gotara wan li ser malpera wan weke belaş tê weşandin. yanî herkes dikare belaş bixwîne. hûn ê çima tiştekî wisa bixwazin? ji bo ku zêdetir kes gotara we bixwîne û zêdetir kes jı weşanên we jêgiran bike û bi vî awayî di akademîyê de pûan/skor/faktora we zêdetir bibe.
pereyên zêde zêde dixwazin. weke mînak ji bo gotarekî 2-3.000 hezar euro!!!

di hinek kovaran de gotar bêpere tên weşandin lê vê carê jî ji bo xwendina wan divê her kesek pere bide.

yanî mêrik ji kîsê lêkolîneran bûne xwediyê dinyayê. ev polîtîkaya wan carinan dibe sedem ku hinek zanîngeh wan protesto bikin. vê gavê hema bêje hemû zanîngeh aboneyên wan û çend malperên din yên wisa ne. bi saya vê kesê hemû personelên zanîngehan dikarin bêpere bikevin malperê û gotaran bixwîne. tabî ev abonetî bi pereyên astronomîk in.

welhasil hişê min jê diçe. sal bûye 2019, hê sîstemek rûneniştîye ku kovar onlîne û bêpere werin weşandin. nalet lê be.

Here lînkê



21.08.2019 23:14 ~23:15 | simurg56