Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [susamam] de;

1. ev çend roj bûn, mijara rojevê bû. nêzikî 20 stranbêjên mûzîka rapê, bi serkêşîya şanişer straneke hevpar amade kirine ku dirêjahîya wê 15 deqe ye û tê de her stranbêjekî, di derbarê miajrekî civakî de rexneyan tîne ziman.
stran bixwe ne xerab e jixwe lê ya jê girîngtir ew e ku di pêvajoyekî wisa faşîzan de hatiye weşandin. ji ber vê yekê gelek kes matmayî bûn.
piştî ku stranê deng veda, yek ji stranbêjên stranê (bi navê miraç), di tweetekî xwe de gotiye ku bila hezkirên hdpê û fetoyê stranê parve nekin. piştî ku jê re bertek hatin nîşandan, peyva hdpê kir pkk û paşê jî tweeta xwe bi temamî jê bir. lê şanişer daxuyanîyek da û got em ne dijî tu fikrekî sîyasî ne fîlan.

di heman şevê de ezhel jî strana xwe ya bi navê olay weşand. strana wî jî bu temamî sîyasî bû. ji ber vê yekê gelek kesan wê şevê wek serhildana rapê ya li dijî dewletê bi nav kirin.




11.09.2019 19:25 | simurg56