Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çêkirina erebeyan û tirkiye] de;

2. dîsa ketiye rojeva tirkiyê.

dibêjin wê heftîya bê, danasîna wê were kirin. eger zamek baş li meaşê asgarî jî were kirin, bizanin ku hilbijartina pêşwext di rojevê de ye.



21.12.2019 08:53 | simurg56

1. derdê xelkê tirkiyê ye. ji bo sîyasetmedaran jî mijarek gelekî kêrhatî ye. dikarin her roj bêjin em ê vê carê bi rastî erebeyek çêkin û dîsa vî gelî bidin bawerkirin.
rebenê gelê tirk jî ji ber vê rewşê fedî dike û her roj yek ji wan hewl dide bi deretên xwe û wê nezanîna xwe erebeyek çêke li şaneşîna xwe, li odeya razanê û carinan li tuvaleta xwe. ê tabî çênabe.
dema nûçeyek wisa derdikev, zûzûka du cûre şîrove derdikevin pêş:
1- ev çi kerîtî ye. ma wisa dibe. gelo kes tune bû ku ehmeqîya wî/wê jê re bêje.
2- hûn çima lê dikenin? ev jî gavek e. wê hêdî hêdî çêbe.

bi ya min tekane îmkana vê yekê heye: dema piştî 50 salan fîlan prînterên 3d bi pêş ketin û berbilav bûn, her tirk wê êdî bikare ji înternetê plana erebeyê daxe û di prîntera xwe de bide nivîsandin/çêkirin.



18.09.2019 17:35 | simurg56