Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qerisînera kûr] de;

1. beşek ji sarincê ye. her wiha cûreyek serbixwe ya sarincan e jî.
armanca wan qerisandina xwarin-vexwarinan e da ku piştî heftîyan, mehan heta belkî salan, werin xwarin-vexwarin.
gelek kes fêkî û sewzeyên havînê dixin van amûran û zivistanê kengî lazim be derdixin û dixwin.
ji bo vê yekê sedemên ekonomîk û tenduristîk * hene: dema demsal dibe zivistan, mirovên vî zemanî nabêjin ne wextê vê fêkiyê an jî sewzeyê ye û dixwazin her demsalê, bikarin heman xwarinan bixwin. fêkî û sewzeyên havînê dema zivistanê tên firotin hem bêtahm in hem bûha ne û hem jî ji ber ku tê de zêde derman/hormon û hwd. tê bikaranîn, ji bo tenduristîyê ne baş in.

ev amûr tiştên di hundir de, heta -18 dereceyê dicemidîne û eger devên wan zêde neyê vekirin-girtin, gelek hindik elektrîkê dişewitînin.



06.10.2019 21:04 | simurg56