Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêzikê gêj] de;

2. ev çend roj in ku guhdarî dikim û niha dikarim bibêjim ku çêbûye. min ji şêweya wî hez kir. karîye ji xwe re rîyeke heta cihekî xweser û resen ava bike. min di serî de got belkî gelek di bin bandora siya şevê de mabe lê na; xuya ye tenê alîkarî û şîretan jê standiye.
di youtubê de jî peyda dibe, min nedîtibû pêşîn: Here lînkê











2019.10.21-19:23 ~19:25]| simurg56

1. albûma mirov e. xwedîyê navekî ecêb e. haya min îro jê çêbû. jixwe haya min îro ji stranbêjek bi navê mirov çêbû. albûm di sala 2018an de derketîye. bila ev jî eyba me û tirşikê be.
stran bi şêweya rockê ne. tê de 8 stran hene. 6 bi kurdî û 2 heb jî bi tirkî ne.
lîsteya stranan:
- xewna zarokekî
- min û te
- strana donîs
- bir görüp bin yandığım güzel
- şewat (ji bo kalê min sofî mistefe)
- gitar katili
- kêzik (ji tenêtîyê re)
- sergêj

min li yên bi kurdî guhdar kir. ne xerab in. hingî guhdar bikim, ez dibêm ez ê bêtir jê hez bikim. min hê yên bi tirkî guhdar nekirin. nikarim ji bo wan tiştekî bêjim.

mirov dikare albûmê li ser spotifyê guhdar bike. li ser youtubê fîlan tune. berga albûmê jî balkêş e:



di çêkirina albûmê de keda gökçe selim ê solîstê siya şevê gelek çêbûye. destên herdûyan jî sax be. hêjaye.



2019.10.18-23:40 | simurg56