Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nueva canción] de;

1. tê wateya strana nû. tevger an jî cûreyeke mûzîkê ye ku di dawîya salên 1950î de derketiye holê û hêdî hêdî li hemû amerîkata latîn belav bûye. piranî bi zimanê îspanyolî ye. weke serhildaneke li dijî mûzîka ewropa û amerîkayê derketiye. li ser mûzîka wê heremê hatiye avakirin. enstrûmana bingehîn gîtar e. taybetîya wê ya mezin gotinên wê ne. gotinên stranan serhildêr in û banga wekhevîyê dikin.
ne bi wan destpê kiriye lê bi navê koma inti-illimani, li hemû cîhanê hatiye naskirin. yek ji sembolên vê tevgerê jî bêguman victor jara ye.
Komên wek yeni turku (ku navê xwe jî ji vê tevgerê standiye) û grup yorum jî şaxên wan yên li tirkiyê ne. yanî em dikarin bêjin ku li tirkiyê ev tevger wek ozgun muzîkê tê binavkirin.



02.11.2019 13:36 ~13:38 | simurg56