Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qelewbûna mirovan] de;

3. ne pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern be jî problemek mezin e. li welatên pêşketî û dewlemend, her ku diçe rêjeya obezîteyê zêde dike. ev yek him ji bo tendûrîstîya wan ne baş e, him jî ji bo sîstema tendûristîyê jî zerarek mezin e.
êdî xela tune, heçî mirovê bêje ez feqîr im jî, ji zemanên berê gelekî zêdetir kalorî distîne. weke mînak, berê pêşîyên me bi şekirekî, çaydankek çayê vedixwarin lê niha heçîyê bi kar tîne, 1-2 şekir davêje her qedehekî. lê berevajî vê xalê, mirovên niha wek berê xwe nawestînin. heçî xwedî derfet be bi erebeya xwe, heç feqîr jî bi otobusan fîlan diçe deran. ev jî ne sûcê wan e, êdî wext qîmet e û mesafe jî dirêj in.
welhasil êdî mirov zêdetir kalorî distînin û hindik xerc dikin.

obezîte bi tena serê xwe, êdî wek nexweşî tê hesibandin. piştî ku mirovek kîloya zêde stand, îhtîmal û derfeta hareketan jixwe hindiktir dibe û ev jî rê li kîloyên hê zêdetir xweş dike.

çareserî him hêsan him jî zehmet e. divê mirov ji hedê xwe zêdetir nexwin û tim di nav tevgerê de bin. neçin salonên sporê jî, dikarin duçerxe bajon, bibezin, derfet hebe avjenîyê bikin an jî bi tempoyê bimeşin. lê ka xîret?

(bnr: çûna kar bi duçerxeyê)



20.11.2019 22:15 | simurg56