Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çûna kar bi duçerxeyê] de;

14. Di bajarên bi kaş û ervazî jî pêkan e. Ew kaşên ku niha çav ditirsînin piştî demekî kurt dibin keyf û kelecanên biçûk. Di vê navberê de vê gavê herî zêde ji aliyê azadixwaz ve tê kirin.



30.11.2019 23:49 | simurg56

2. tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxeyê diçûm û dihatim karê xwe. lê îsal zêde derfeta min çênebû. lê dîsa jî carinan diçim.
cihê karê min 10 km ji mala min dûr e û gelek kaş jî dihewîne. lê qet ne problem e mirov di nava demekî kurt de digihe performasa pêwist.
tê bîra min, roja ewil çavê min nabiriya. loma min duçerxeya xwe kir di erebeyê de û bi erebeyê çûm kar. lê êvarê, wexta vegerê min duçerxeyê ji erebeyê derxist û hêdî hêdî bi wê hatim mal. roja din, vê carê bi duçerxeyê çûm kar û êvarê bi erebeyê vegerîyam. min dît ku dibe! paşê min destpê kir.
ji bo min feydeyên wê:
heta ji kar têm malê, di rê de mirov gelek tiştan difikire. serê xwe vala dike an jî meseleyan di serê xwe de digihîne encamekê, di ser de jî mirov spora xwe dike. mirov derdora xwe baştir dibîne; dikanan, heywanan, demsalan û hemû tiştên din.

helbet wê hinek bibêjin ku gelek bi talûke ye. lê tedbîr û dîqat jî ji bo van talûkeyan heye. divê mirov bi wê bawerîyê bajo ku ji bilî wî her kes kor e, an jî ehmeq.



20.11.2019 22:31 | simurg56