Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xewn û xeyalên nivîskarên tirşikê] de;

8. carina ewqas dûr xûya dikin ku mirov wan ji binî ve ji bîr dike.
piştî peyameke ferhenga şikestî xeyalek min ê sereke hate bîra min: wê demê bibînim ku zarok heta belkî nevîyên min peyamên min yên di tirşikê de bixwînin û werin hesaba wan ji min bipirsin. nizam me çima formatê binpê kiriye, nizam me neheqî li shorbevan kiriye û hwd.



30.11.2019 01:07 ~11:07 | simurg56

7. Du beş in. Yên ku ji bo xwe dixwazim zêde ne zehmet in û zêde ne derd in jî. Lê yên di derbarê Kurdan de, mixabin gelek zehmet xuya dike: helbet ew xeyala ku kurd li ser axa xwe bin, xwe bi rê ve bibin û zimanê wan serdestî vê axê be, xwe ji wendabûnê xelas kiribe.

Heta ku ev xeyal pêk neyên, her kurdê ku piçek be jî xema kurdîtiya xwe dike, wê her dilbikul be. Jixwe kurdên ku ne li Iraq'ê ne hemû haymatlos in.



25.11.2019 12:38 | simurg56