Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [planên nivîskarên tirşikê yên 2020ê] de;

14. ji bo hinekan bûne qurbanîyên koronayê lê belê bo min na.
di destpêka salê de (ne ku min ji bo vê salê tenê van tiştan ji xwe re kiribû armanc an jî ne ritûelek bi taybetî bê îsal bû lê belê...) min biryar dabû ku hînî gîtarê bibim û îsal ji sala 2019an zêdetir km biçim bi duçerxeyê (di sala 2019an de min 500 km fîlan kêm kiribû û tenê 1200 km fîlan çûbûm)

vaye nîvê salê derbas bû; ji ber koronayê min encax karîye 300 km duçerxe bajom. min di serê salê de dest bi gîtarê kir, ji ber koronayê 3 meh navber ketê lê vaye me dîsa destpê kir û di rewşek ne xerab de ye.

ango, ji bo min planên rastîn in û wê bên cih. (tabî eger ev sala kambax surprîzên hê mezintir neyne)



20.06.2020 23:48 | simurg56