Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qerejdax] de;

6. çîyayekî gelek fireh e. di eslê xwe de bilind e jî lê belê ji ber ku hêdî hêdî bilind dibe, mirov li bilindahîya wê nahese.
gelê li gundên wê tev kurd in. piranî girêdayî mehmet kasım gülpınarê wekîlê akpê ne. ev zilam ji bo wan wek pêxemberek e. tê gotin ku diçin dewsa tekera erebeya wî jî maç dikin.
li sêwregê gotinek wisa heye: "dema nûbûnek li dinyayê çêdibe. pêşîn li ewropa û amerîkayê dibe. paşê li rojhilatê belav dibe. paşê tê tirkiyê. piştî li hemû tirkiyê belav bû, tê rihayê. paşê tê sêwregê. jixwe qet naçe qerejdaxê."
sêwregî bixwe jî têra xwe feodal, paşdemayî û serhişk in. min di vî warî de ferqek berbiçav nedît di navbera wan û qerejdaxîyan de. di eslê xwe de şexsîyetên wan ne xerab e. dilnizm û mêvanperwer in lê belê ji ber sîstema feodal û şêxîtîyê di vî halî de ne. jixwe li gundên sêwregê mafê dengdanê jî tune.

birinca vê heremê navdar e. em carinan şûna baldoyê bi kar tînin. xweş e. lê ez bêtir ji baldoyê hez dikim.
bi qasê dizanim axa vî çîyayî ne zêde kûr e, ji ber ku volkanîk e. û ji ber vê yekê ji bo çandinîyê ne guncan e. loma derûdora vî çîyayî, bêtir ji bo çêreya heywanan tê bikaranîn. jixwe erd bi gelemperî ji kevirên wek qama min, pêk tê.

dema dibe bihar, kereng li axa wê pir dibe. par em jî çûn û me têra xwe çinîn û xis sarincê. heta çend mehan jî me carcaran derxist û taştê de xwar.

her wiha li serê çîyê, tesîsa kaşûnê heye. xwe şemitandina li ser berfê. ez mixabin hê neçûm lê bi qasê dizanim ne tesîsek rêkûpêk e. şûna wê tenê cihek biçûk heye ku wan alav malavên pêwist ji bo vê sporê, kirê dikin. ji sêwreg û amedî mirov diçin li wir hinekî keyfê dikin, li ser êgir sicuk an jî goşt çêdikin, dixwin û vedigerin.
ji bo mana bi şev, derfet/cî tune. jixwe ew der gelek sar e.

sar e mar e lê çend hevalên me par di nîvê nava zivistanê de çûn li bandeva çîyê, li ser bervê konên xwe vedan û bi şev li wir razan. bi qasê em pê dizanin, heta niha tu evdê xwedê tiştek wisa nekiriye.

dema mirov di navbera sêwreg û amedê de tê û diçe, gelek caran tenê li rasta qerejdaxê baran, bahoz, mij, berf û hwd. heye. ango demsal li wir gelek cûda ye. ji ber ku li van deran qeşa jî zêdetir çêdibe, piranîya qezayan jî li van çend kîlometroyan çêdibe.



27.11.2019 21:15 ~21:15 | simurg56