Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurmanc zazayan asîmîle dikin] de;

3. not: navê mijarê hat kurdîkirin.

îdîayek bêbingeh û xêrnexwaz e. belê zaza di nav kurdan de hinekî asîmîle dibin lê gelek gelek biçûk. zazayê ku zazakî ji bîr kiribe lê bi kurmancî bizane gelek hindik in. lê yên ku zazakî ji bîr kirine û niha tenê bi tirkî dizanin, gelek zêde ne.
jixwe polîtîka û armancek ya kurdan bi vîr rengî tune. berevajî vê yekê hemû kar û xebatên ji bo zazakî, bi hevkarî û alîkarîya saziyên kurdan (em bêjin kurmancan) pêk tê.

ji aliyê din ve hemû kirinên tirkan, tunekirina her cûre zimanan e li tirkiyê. ma tenê kurmancî û zazakî? li tirkîyê tenê ev her du zarava (an jî ziman) mane li ser pîyan, ji xeynî tirkî.



28.11.2019 18:37 | simurg56