Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de kêmasiya niqaşan] de;

10. cihê niqaşê ye. yanî ev mijar bixwe jî cihê niqaşî ye. ji ber ku ez nikarim bêjim ku teqez di wê bawerîyê de me ku nebûna niqaşan, kamasîyek e.
dema niqaş qeş dibin, erê kelecanek dikeve nav nivîskaran. çi bi gotinên mantiqî, çi bi zimanek tûj û jehrî, toza meydanê radikin.
di dawîyê de an yek ji wan tirşikê diterikîne û dema ew çû ji bo yê din jî tu wateya mana vir namîne û ew jî diçe. an jî her du jî ji tirşikê û civata kurd sar dibin û xwe paş ve dikişînin.

di serdemên borî de gelek nivîskarên hêja dev ji tirşikê berdan. hinekan gotin li vir dijûn li îslamê tê kirin, hinekan got xayîn hene li vir, hinekan gotin li vir kes nikare rêxistinê rexne bike, hinekan gotin nizam çi û nizam çi.

loma gelo em ji wan nivîskarên ku tirşikê terikandine bipirsin, wê çi bêjin ji bo hebûna niqaşan li tirşikê?

bi kurtî û kurdî, tirşik ji bo kurdan herî zêde xizmeta arşîvbûnê dide û dixwaze bibe danegehek bo her cûre agahîyên bi kurdî.
piştî ku herkesî zanîna xwe li vir parve kir, ji yên din jî sûdê wergirt û haya xwe ji tiştinan çêkir fîlan, bi ya min niqaş ne nebe-nabe ne.

ger em werin rewşa sîyasî. erê dilşikestinek heye bi taybetî di kurdên bakur de. ji ber ku ew bûn fedayê rojavayê û niha rojava jî di xeterê de ye. lê weke li jor jî hatiye gotin, li gel hemû têkçûn, paşve vekişîn û sîyasetên xelet: gelê kurd ji here demî quwettir in, ji her demî bêtir nêzikî yekbûnê ne û ji her demî zêdetir di rojeva dinyayê de ne û mafdar jî tên dîtin.

tê bîra min dema ez di lîseyê de bûm, me gûftûgoya hebûn/nebûna zimanê kurdî dikir. heçîyê ji 20-25 salî mezintir e, wê bizanin ku li gel her tiştî û çiqas hêdîka be jî, rewş baştir e.

ango tirşikvano, moralê min jî ne super e, lê hewl didim ku vana ji xwe re nekim hêcet. ji bo xatirê şervanên li hemû parçeyan.



05.12.2019 20:31 | simurg56