Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunebûna rêbazek ku guhdar alîkarîya stranbêjên kurd bikin] de;

1. piştî derbasbûna modeya cd û albûman, bûye derd ji min re.
hunermend êdî albûman tenê li ser înternetê belav dikin. loma mirov nikare wan bikire. dema di youtube û spotifyê de fîlan guhdar bike jî pereyek gelek gelek biçûk diçe stranbêjan.(hûn 2000 zaran lê guhdar bikin belkî bi qasê pereyê albûmekê bigihe destê hunermend) ê derfeta min jî tune herim konseran, wê demê dilê min nerihet dibe.

di hejmara 2. ya ziryabê de mem ararat nivîsek lê xistibû li ser pirsgirêkên mafê telîfan: ji înternetê kirîna albûmên kurdî/112277
li gorî wê, hunermendên kurd nikarin heqên xwe yên ji mafên telîfan jî, bistînin.

ji bo vê yekê min ji kovarê re peyamek şand, bersiv jî dan, îhtîmalek mezin wê di hejmara 4emîn de ji bo vê meseleyê gotarek binivîsin.

pirsa min ji wan ev bû û niha dixwazim ji vir jî parve bikim: gelo guhdarek ku dixwaze piştgirî bide hunermendên li ber dilê wî şêrîn, dikare çi bike?



11.12.2019 23:14 | simurg56