Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kalê badî] de;

4. bi mirady û ozgur toz re stran û vîdyoyek qeyd kirine. stran ji helbestek ya selîm temo hatiye çêkirin. klîp jî stran jî xweş e.




di stranê de stîla mirady serdest e heçko.



20.05.2020 00:13 | simurg56

3. xwedî deng û şêweyek cûda û orjînal e. min nekarî bişibînim tu hunermendek din yê kurd. tenê di strana noş de, deng û awazê wî strana seyrana gulaya harun elkî anî bîra min û hew.

min di albûmê de ji stranên noş, beîv, maça cemidî, asman, çi dixwazî zehf hez kir. jixwe di strana maça cemidî mizika heye, ew ji min re bes e.
(bnr: stranên kurdî yên bi mizikayê)

xwedîyê du zarokan e û zarokên xwe hînî kurmancî û zaravayên din kirine. ez bawer im rojnamevanî jî dike/kiriye.

ez bawer im navê wî jî ji navê pira malabadê tê. jixwe ew jî ji wî welatî ye û di stranên xwe de paşfona vê pirê bi kar anîye.



14.12.2019 13:47 ~13:51 | simurg56