Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojbûna te pîroz be] de;

3. hevoka ku di pîrozbaha rojbûnan de bi heman rîtma happy birthday to you û iyi ki dogdun fîlankes, tê gotin.

hap-py-birth-day-to-you
roj-bûnaaa-te-pî-roz-be

tenê divê mirov heceyên "bûna" bi carekê de bêje û hew. em tim wisa bi kar tînin.

heta me vê yekê hinekî guhertibû û dema mamê me ruhsata xwe ya parêzerîyê standibû, me jê re pasteyek biribû û bi hev re gotibû "ruh-sataaa-te-ser-xê-rê".

dibe yanî. xem nekin.



15.12.2019 15:22 | simurg56

1. strana omer ayhan e. du albûma olana bajêr de ye. stranek gelek xweş e. min zikê xwe kiriye avê de ku di rojbûna keça xwe de lê bidim.



Pora te ya qij
serê min ê gêj
Dilê te yê germ
laşê min ê sist

Nîvî ji te, nîvî ji min
Bigihin hev bibin yek

Rojbûna te pîroz be dilê min
Zelal î tu menala min
Kêfa min û derdê min
Keçê ax hemû tiştê min

Dema tu dikenî heye,
ronî dide rûyê te/rûyê min
Bihar tê nav çavên te,
tê de ez wenda dibim
Wek avê diherike,
wextê me xilas dibe
Were em bi hev re bimeşin/bibezin



12.12.2019 21:11 | simurg56