Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the cloverfield paradox] de;

1. fîlma sala 2018an e.
li ser fikr û mijarek xweş hatiye avakirin lê mixabin vê potansîyelê mezixandine. tê de gelek bêmantiqî hene. ev jixwe li alîyekê, hinek sekansên komîk jî tê de ewqas sik xuya dike ku mirov dibêje qey kesek biaqil tune bûye li derdora seta fîlmê.
zêde ne hewce ye lê em behsa çend ehmeqîyan bikin;


ew dest çawa wan tiştan dinivîse?
kesek ku di zikê wî de jîroskopek mezin û bi sedan kurm hene çawa dikare deqeyek jî bijî?
dema heman qeza were dubarekirin, çima encamên qezeyê berevajî bibin?
li dinyayê çima tenê ew zilam û zarok mabû, ma perê we têrê nekir?
ew jinika ku di nav avê de asê ma, çima bi camê ve vezeliqî? ma ne divîyabû bifire valahîya fezayê?


pûana min: 50
halbikî potansîyela event horizon bi vê mijarê re hebû.



05.01.2020 22:16 ~22:18 | simurg56