Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feedbacka pozîtîf] de;

1. (bnr: feedback)
feedbacka ku çalakîyê xurttir dike.
feedback em dikarin bêjin sînyal/peyama encama çalakîyekê ye ku dîsa ji alîyê çalakîyê ve tê pêhesîn.

mînak: dema demarekî mirv jê bibe, xwîn jê diherike. gelek madeyên kimyewî derdikevin holê û trombosîtan çalak dikin. her trombosîta ku çalak bûye, zêdetir trombosîtan çalak dike. yanî piştî ku vê reaksîyonê destpê kir, mîna şepeya/aşîta berfê, her ku diçe mezin dibe. bi saya vê yekê di demek herî zû de ew dera jêbûyî, tê xetimandin.

ne tenê di tibê de, di gelek qadan de mînakên wê dikarin werin dîtin. mînakek din: sîyasetmedarek muxalîfek dikuje. piştgirên wî pê dilxweş dibin û piştgirîya wan jê re zêde dibe. vê carê sîyasetmedar bêtir muxalîfan dikuje, zextan zêde dike. alîgirên wî hêj zêdetir dibin û wisa wisa dîktatorî û faşîzm ava dibe.

berevajîya wê jî: feedbacka negatîf e.



13.01.2020 18:32 | simurg56