Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara kubar] de;

1. yekemîn kovara bi kurdî ya modayê ye. tenê wek e-kovar tê weşandin. jixwe ez ne bawer im tu carî wek kaxiz were belavkirin.
Here lînkê
di nûçeyê de gotine "ji ber ku dewleta me tune, modeya me jî tune".
di mijarekî wisa de çima ji 3-4 hevokên wan yek jê ev hevoka ajîtasyonê ye, min fêhm nekir.

destên wan sax bin. lê tabî divê nêrînên xwe jî bêjim. min kovarê xwend. pir amator e. him ji alîyê mîzampajê ve him jî ji alîyê naverokê ve. ji bo dewra mehane ya jinan qaşo bi nivîsandina navê wê ya îngîlîzî ravekirinê kirine lê wê jî çewt nivîsandine * kenîyam. ne hewce bû ev artîstî.

tê de tişta din ya komîk jî cilên zarayê bû. min wan cilan di dibistana seretayî de li xwe kiriba, ez ê ji şerma derneketiban teneffûsan. lê pesa wê cilê dane *

"Em spasiya ömer faruk baranî dikin ku cesaret da me ku Kubarê biweşînin.
Em spasiya malbata POPKURDê jî dikin ji bo alîkariya wan a di rêya e-kovarê de.
Kubar dê bi edîtoriya ayşenur ozel û leyla arisoy, bi şêwirmendî û redaktoriya Înan eroglu dest bi weşana xwe bike."

kovar ji vir peyda dibe: Here lînkê



21.01.2020 21:46 | simurg56