Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

107. vîrûsa ku derfet daye herkesî ku propagandaya bawerîyê xwe bike.

ji wê rojê û vir ve ku talûkeya vîrûsê giha tirkiyê, heçî yên ateîst in, dibêjin we dît?dînê we kêrî tiştekî nayê. wê dîsa zanist we xelas bike falan fîlan. tê bê jî qey misilmanan gotine derzî derew e, maske ne hewce ye û hwd. heta di rastîyê de ew ê ku digotin ev vîrûs ji bo tirkiyê ne talûke ye û girîngîya wê tune, yên wek doç. dr. oytun erbaş, prof. dr. canan karatay û prof. dr. yavuz dizdar bûn ku cananê nizanim lê li gorî texmîna min herduyên din ne misilman in.

em werin misilmanan: îja ew jî propagandaya xwe dikin: xwedê teala digot destê jinan negirin, we guh neda û vaye ji ber vîrûsek biçûk, hûn êdî nikarin destê xwe lê bidin. we digot qey hûn gelek quwet in lê vaye derket holê ku teknolojî û zanîna wê nake pênc qurîş falan fîlan.

çi yên bawermend çi yên bêbawerî, dema parvekirinên wek yên li jir dibînim: dilê min ji wan mirovan dixele û berê xwe ji wan vedidim.

çepgir jî vê yekê dixin stûyê kapîtalîzmê û dibêjin wê ev vîrûs dawîya kapîtalîzmê bîne fîlan. erê, ji ber ji ber zêdebûna nifûsa mirovan û ji bo pereyan, mirov zêde zêde ketina nav jîyana heywanan û mala wan xerab kirine û sedemeka derketina vîrûsê ev e lê belê mixabin ev vîrûs ji welatekî komûnîst derket. dema tu wisa bêjî, wê ji te re bêjin komûnîzma rast ne ev e.


hinek jî vê meseleyê wek tolhildana xwezayê, didin nîşandan lê belê ev jî pûç e. berî bi hezaran salan jî vîrûs an jî şewbên wisa derdiketin. ma wê demê jî teknolojî hebû, petrol hebû, enerjîya nukleer hebû, fabrîqe hebûn, cih li heywanan teng bibû?
bêguman na.


komek din jî heye ku vê şîroveyê dikin: vîrûsek demokratîk e çimkî me hemûyan kir wek hev. lê belê ev îdîa jî ji binî ve pûç e. belê herkes dikare bi vê nexweşîyê bikeve, lê jixwe hemû nexweşî wisa ne. ferqa di navbera mirovan de, derfetên wan in ji bo standina tedawîyek guncan. yanî erê dewlemend jî nexweş dibin lê îhtîmala mirina wan, ji feqîran kêmtir e muheqqeq.


lê ev îdîaya ku piştî vîrûsê wê dinya êdî ne dinyaya berê be, rast e. belkî wê ewropa belav nebe lê bawerîya wan ya ji bo hev û hevkarîya wan wê gelek bêtir sist bibe. wê amerîka hilneweşe û ji quwetê nekeve, lê îmaja wan ya "serokê dinyayê" wê gelek lawaztir bibe. belkî wê gelek dewlet çînê sûcdar bikin û an tazmînatan bixwazin an jî ambargoyan dênin ser. di hilbijartinên amerîkayê de, destê trump gelek lawaz bû ji ber vê nexweşîyê. wê bandorek gelek mezin li ser van hilbijartinan bike û belkî wê ev yek bandorek mezin li ser meseleye rojavayê bike.
tirkiye jixwe di krîzê de bû, ev mesele krîzê gelek kûrtir dike. him ji alîyê sîyasî ve him jî ji alîyê ekonomîk ve wê tirkiye belkî êdî nekare di nav axa surî, iraq û lîbyayê de bimîne.

ev tenê texmîn in tabî belkî encamên ji texmînên me gelek cûdatir jî derkevin holê.



2020.04.13-07:54 | simurg56

89. mixabin bûye sedema mirina xoceyê me yê pir pir hêja, prof. dr. cemil taşcioglu.
camêr dr.house'ê fakulteya tibê ya stanbolê bû.
yekemîn nexweşê koronayê ya li tirkiyê, li cem wî muayene bûbû. bi vî awayî vîrûsê vegirtibû. ev ji 10 rojan zêdetir bû ku entube bû. berî çend saetan çû ber rehma xwedê.

tu xwendekarê fakulteya tibê ya stenbolê tune ku wî nas neke û jê hez neke. xwedê rehma xwe lê bike.



2020.04.01-21:14 | simurg56

54. mixabin li tirkiyê ji hemû dewletên din leztir belav dibe.
yek ji van sedeman jî ew ehmeqên cahîl in ku dubêjin korona derew e fîlan.
cahîl in, ji ber ku him nizanin, him jî haya wan ji nezanîna xwe tune û di ser de jî mîna profesoran diaxivin.
- korona derew e
- em misilman in, tiştek bi me nayê
- vîrûs nikare me tirkan
- em mirovên paqij in
- ev lîstikên dijminên me ne
û hwd.


ji ber ehmeqên wisa, vîrûs bi bedena wan belavî her derî dibe. rewş bi rastî jî ne baş e. rewş ji hejmarên fermî jî gelek xerabtir e.
vîrûs piştî ku dikeve laşê mirov, piştî demeke dirêj nexweşî xwe dide der. heta wê demê jî mirov li hemû derdora xwe belav dike. îhtîmalek mezin, mirovên wisa li tirkiyê vê gavê bi hezaran hene. di nava 1-2 heftîyan de wê hejmarek mezin nexweş bikevin nexweşxaneyan û nexweşxane bixetimin.

min behsa wan ehmeqên cahîl kiribû, newsa?



2020.03.20-07:09 | simurg56

46. xetereyek gelek gelek mezin e.

korona derew e/118291


îdîayek virt û vala ye. erê her roj ji ber pehînên hêstiran jî bi sedan kes dimirin lê mesele ne ew e.

1- ev vîrûs gelek lez belav dibe.
2- eger em ji bo nexweşekî, hemû derfetên nexwşxaneyê bi kar bînin jî, îhtîmala mirina nexweş %3 fîlan e.
3- dema vîrûs li milyonan belav bû, wê sîstema nexwexaneyan hilweşe û wê rêjeya mirinê belkî bibe %10 an jî 20.
li ser rûyê dinyayê tu dewletek tune ku di senaryoyekî wisa de bikare xizmeta tendûrîstiyê bide hemû welatîyên xwe .
wê demê dibe ku 100 mîlyon mirov jî bimirin.


li navçeya ku ez lê me, nifûs 250.000 e lê li nexweşxaneyê tenê 10 cîhazên bo piştgirîya nefesê hene. eger di heftîyekê de 1000 nexweşên bi zature werin, wê %99ê wan nekarin bikevin van cîhazan û vêca ew û şensê xwe.
ev li alîyekê.

ji aliyê din ve: dema ev cîhaz tije bûn (ku dikarin dikarin di nava nîv saetan de tije bibin), dema we qezayek kir, hûn ê nekarin emelîyat bibin ji ber ku wê anestezî nekare we razîne.
wê nexweşên kanserê û nexweşên din yên giran, wê hemû vêxwedî bimînin. wê bi hezaran kes jî wisa bimirin.


welhasil, esas xwedîyê vê îdîayê divê hişê xwe bide serê xwe.



2020.03.17-20:55 | simurg56

26. îhtîmalek mezin êdî li tirkiyê ye jî. li wanê behsa 3 nexweşan hat kirin lê paşê gotin di wan de vîrûs nehatîye dîtin. lê ji ber ku li îranê heye, îhtîmal pir zêde ye ku gihabe tirkiyê jî.

duh hevalek gerîya, got ajokerek yê qamyonan berî 3 rojan hat dikana me, xwarin xwar û got 3 hevalên wî ji ber gumana koronayê nekarîne tkevin tirkiyê vs. lawik digot niha gewrîya min diêşe û ez ne baş im.
welhasil, îro me lawik şand nexweşxaneyek mezin ji bo tehlîlê. îhtîmalek mezin wê paqij derkeve lê vê heftîyê an jî ya din, em ê daxuyanîya fermî bibîhîsin ku yekemîn nexweşê koronayê li tirkiyê jî hatîye tespîtkirin.



2020.02.25-19:46 | simurg56

18. li gorî hinekan ne hêja ye ku mirov ewqas jê bitirsin. dema mirov li hejmara mirîyan jî binêre, ne hejmarek ewqas zêde ye ku ji bo dinyayê an jî çînê tehtîd be. lê ji ber ku agahî ne zelal in, heye ku ji tirsa me jî zêdetir talûke hebe.
te dît, jixwe her sal ji ber grîbê bi sedhezaran kes (300-700 hezar) dimirin. piranîya van mirîyan jî, ji kesên extîyar û bedena wan lawaz, pêk tên.
di vir de problem hinekî ji ber taybetîyên çînê ye. ji ber rejîma faşîst ya li wir, em nizanin agahîyên ku didin çiqas rast in an jî derew in. belkî hejmara mirîyan gelek jê zêdetir be. îhtîmalek mezin jî wisa ye.
li gorî agahîyên fermî, rêjeya kuştina vîrûsê nêzikî %2.5 e. yanî eger hemû dinya enfekte bibe, wê bi qasê 190 mîlyon kes bimirin. tabî yên nemirine, dema laşê wan hinekî ji quwetê ket, dikarin bimirin vê carê.

li çînê, li herema wuhanê, gelek nûçeyên trajîk tên. her dawî yekemîn doktorê ku qala vîrûsê kiribû(li wenliang), ji ber vîrûsê çû ver rehma xwedê. dema cara ewil behsê kiriye, ji alîyê polîsan ve hatîye tehtîdkirin.

bi kurtasî em dikarin bêjin ku dewleta çînê derewan dike lê rewşê jî gelekî cîdî digire. qey tirseke wan heye...
di vê navberê de li tirkiyê jî gelek kes maskeyan peyda dikin û amadekarîyê dikin.



2020.02.09-15:11 ~15:12]| simurg56

1. cûreyek ji vîrûsan e. ji malbata coronaviridae ye. ji vîrûsên bi RNA ne. nifşek ji wan vê dawîyê nifşek jê, bûye sedema şewbê. li çînê destpê kir û niha li welatên din belav dibe. heta niha tenê ji bo çînê wek problem tê dîtin lê belî nabe. belkî bibe problemek gerdûnî jî. ne surprîz e ku li çînê derketîye, çimkî hemû heywan bi hemû awayan tê xwarin li vî welatî. ewil li bajarê wan ya bi navê wuhan derketiye. li wir jî zêdetir li derdora xebatkarên bazara mehsûlên deryayî, peyda bûye. ku li vî bazarî her cûre ajalên deryayî tên firotin. yên qedexe jî tê de.
loma çavkanîya nexweşîyê tam nayê zanîn. piştî vegirt mirovan, êdî dikare ji mirovan jî vegire mirovên din. bi riya nefesê (dilopên biçûçik yên di nefesê de).
bi kuxik, zêdebûna germahîya laş, zehmetîya nefesê û hwd. destpê dike. paşê dikare bibe sedema zatureyê û .... mirinê.

nîşaneyên vîrûsê weke yên sarsê ne (sendroma nefes standinê ya akut ya cîdî). navê vîrûsê kirine 2019-nCoV.
vîrûs ji heywanan vedigire mirovan. berî niha ev nifşa vîrûsê di mirovan de nehatibû dîtin.

ji bo vîrûsê derzî, derman û hwd. tune. yanî tedawîya wê tune. tenê encamên wê tên tedawîkirin. potansîyel tê de heye ku bibe hejmarek zêde ji mirovan.



2020.01.25-22:35 | simurg56