Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sêwreg] de;

14. konfederasyona eşîran. yên bi piranî bêrûmet.
/108741

weke mînak axayê eşîra bucakan ku berê dengê xwe dabûn hdpê û diçû destê ahmet turk, niha ji mhpê namzet e.




em werin hesaba dengan û îhtîmalan.

di sala 2011an de di hilbijartina giştî de;
akp: 51
hdp: 16
bucak: 20 standiye (namzetê serbixwe).

di hilbijartina 2014an ya şaredariyê de;
akp: 46
dyp (bucak): 28
bdp: 21 standiye.

di hilbijartina 2015an ya giştî de jî;
akp: 57
hdp: 35 standiye.

di hilbijartina îsal (2018) de
akp: 47
hdp: 38 standiye.

li gorî vê yekê wisa xuya dike ku dema bucak namzetek derxin bi qasê %20 distînin. lê dema namzetê wan tune be, dengê xwe piranî didin hdpê.
loma îhtîmalek mezin wer xuya dike ku di vê hilbijartinê de wê;
akp: 45
hdp:20
mhp:20 bistîne.

min digot qey şensê hdpê heye lê wer xuya dike ku hinekî zehmet e. lazim e ji ber rewşa aborî, gelek kes dengên xwe nedin akpê ku şensê hdpê hebe.



19.11.2018 21:52 | simurg56

12. warê ku carina dibêjim qey dişibe bajarekî, carina jî dibêjim qey dişibe gundekî mezin.
hevaleka min wê rojê heta xaniyê me, bi qasê 200 metre tê meşiyaye. saet jî ne ewqas dereng e, 7-8ê fîlan. dema di ber qehwexaneyek derbas dibe, zarokek biçûk tê rê lê digire û dibêje li qehwexaneyê zilamek gelek spehî, telefona wê dixwaze.
mîna ku kiloyek bacan bixwaze ji tablaciyekî. bênamûsno.
sêwreg wisa ye. dema bi duçerxeya xwe tur davêjim, ji nêrînên mirovan dibînim ku li gundek mezin im lê mekanên gorî bajaran jî hene. weke mînak xwaringeha ronî.



25.07.2017 00:35 ~00:47 | simurg56

10. bajaroka ku min berî 3 salan, ji bo wê peyamek wisa nivîsandiye; sêwreg/10395
ji niha pê ve ez ê herî kêm 1.5 salan li wir bixebitim, îşelleh nêrînên min biguherin di derbarê de. ji ber ku min bixwe ew xwest û hilbijart.



01.11.2016 20:22 | simurg56

6. bajarê ku nexweşên ji wêr tên, ez jî tê de, li ber çavê kedkarên nexweşxaneyan weke namzetên probleman, tê dîtin.

mixabin, bi rastî jî li gorî nexweşên ku ji bajarên din hatine (bajarên din yên kurdistanê jî tê de) nexweşên ku ji rihayê û bi taybetî ji siverekê tên, gelek zêde probleman derdixin û ji gotinan jî fêhm nakin.



19.09.2013 21:23 | simurg56