Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xêr hatin dayîna tirşikvanên nû] de;

7. weke jixwe hatiye gotin, edet kevin e. helbet ne şert e lê zerara wê jî tune.

her roj gelek kes dibin endam.
- hinek ji wan qet peyam nanivîsinû wek çomez dimînin.
- hinek peyam dinivîsin lê peyamên vala û derî formatê dinivîsin û loma dîsa dimînin çomez.
- hinek 2-3 peyamên bi rêkûpêk dinivsin. ji bo ku motîve bibin em jî zûzûka nivîskarîya wan dipejirînin û dibin nivîskar. lê nîvê van jî çem û çem diçin. venagerin.

eger piştî erêkirina nivîskarîyê, nivîskar dîsa hatibe û wek nivîskarek erêkirî, çend tiştan binivîse, ez piranî jê re mijarek vedikim da ku hay pê hebe ku em wî dişopînin û nivîsên wî/wê tê xwendin.

welhasil, ji bo motîvasyonê ye.



08.04.2020 10:46 | simurg56