Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gastrointestinal perforation] de;

1. termeke tipê ye ku tê wateya qûlbûna beşeke sîstema gastroîntestînalê.

vê sîstemê de organên ku herî zêde perfore dibin yanî qul dibin, zik, rovî û weke pêvekeke roviyan apendîks e.

(bnr: perforasyona zik)

(bnr: perfore apandîsît)

(bnr: perforasyona roviyan)

perforasyonên organên gastroîntestînalê de tedawiya tekane emeliyat e. bê operasyon îhtîmala saxbûnê gelek kêm e û nexweşên ku neyên emeliyatkirin, ji ber edebgirtina organên ûrê mirov de dikevin tabloya sepsîsê de di nava çend roj an jî heftiyan de jiyana xwe wenda dikin.

tekane îhtîmala bêemeliyat saxbûn an jî nemirina nexweşan ew e ku omentum here û cihê qul bûyî bigire û laşê mirov jî bikare îltîhaba heyî têk bibe.



perforasyona apendîksê bi apenedektomiyê; perforasyona zik, gelek caran bi tamîra prîmer û omentopeksîyê; pefforasyona roviyan jî, kêm caran bi tamîra prîmer û gelek caran bi vekirina ostomîyê tê dermankirin.



21.09.2013 12:23 | simurg56