Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rabid] de;

1. Fîlmek beredayî ye. Fîlm bi jiyana çilmisî ya Rose destpê dike, jiyana wê bi qezayekê diguhere, li rûyê wê birînek mezin peyda dibe. niha divê ji bo ku xuyanîya xwe rast bike, emelîyatek mezin derbas bike ku nû tê ceribandin.
piştî vê emelîyatê rûdanên deresirûştî pêk diqewimin.


Mirov di mijarên deresirûştî de belkî mantiq negere lê belê ez ne bûyeran lê belê tevgerên karakteran rexne dikim. li derve qîyamet rabûye, mirov li her derî har dibin û êrîşî hev dikin lê yên me hê jî li ser podyûmê ne. çavên wa sor dibin û dikevin erdan, ser û guhên wan xwînî ne lê kesek jî nabêje heyran nabe ku ev jî bi wê nexweşîyê ketibin? dema karakter ehmeq bin, fîlm ji bo min li wê derê xelas dibe. divê karakter jî wek me an jî nêzikî me bifikirin ku em bikarin têkevin atmosferê.



20.04.2020 08:43 | simurg56