Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [district 9] de;

1. yekemîn fîlma metraj-dirêj ya neill blomkamp e. dema sala derketî, gelek popûler bûbû. ji ber ku bi rastî jî orjînal bû û xweş bû.
bêyî spoiler dikarin wisa behsê bikim:
fezayî tên dinyayê. lê vê carê ne ji bo şer an jî hevnasînê. weke penaber tên. mirovatîya ku ji penaberên xwe re zalim in, ji fezayîyan re jî eynî ne. ji vî alî ve xwedî mijarek resen e. ji vê pê ve, tev ji aksîyonê pêk tê. lê aksîyonek herikbar e û mirov dike kelecanê. ji ber ku 10 sal derbas bûne, kitekitên fîlmê zêde nayên bîra min lê xweş bû. vê teqez dizanim.



20.04.2020 09:01 ~09:01 | simurg56