Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li gorî kurmancî heçko çêtir lêhatina soranî li mûzîka rock] de;

1. fikra ku wexta cara ewil min rockurd bihîstî, li min peyda bibû. ji mûzîka rock ya kurdî gelek hez dikim û hemûyan jî guhdar dikim. ji bo koma soranan ya bi navê rockurd xwedî cihek gelek taybet e. ew û koma rewşen, li gorî min mînakên herî baş in.

lê piştî ku min strana alûde ya nickwan qaderî guhdar kir. fikirîm ku efsûna di stranên rockurdê de, hebkî jî ji ber zimên bixwe ye. wek rewşa rammstein. an jî efsûnek ku ji nezanîna wî zimanê der tê.




21.04.2020 21:48 | simurg56