13. rojanekirin: êdî dema tirşikvanek stranek li radyoya tirşikê zêde bike, di vê beşê de ev yek tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt li stranê jî guhdar bike. |
|
11.05.2021 11:18 |
simurg56
|
8. di eslê xwe de ne bi wê armancê hat çêkirin ku bibe wek twitterê fîlan. tekane tişta ku ev beş dike ew e ku hemû beşên tirşikê bi hev û din girê dide û li me dide zanîn ku di beşên din de çi diqewimin. berê jî di beşa zindî de heman tişt dihatin ragihandin lê him haya gelek kesan ji wê beşê tunebû, him jî di wir de tenê digot fîlan kes vê fîlmê bar kir, lê agahîyên fîlmê nedihat nîşandan. niha agahîyên fîlmê tên nîşandan û mirov dikare dîrekt ji wir pûanê jî bidiyê. heman tişt ji bo pirtûkan jî wisa ye. mesela digot fîlankes rewşa xwe ya derûnî guherî, lê ji bo ku mirov vê guherînê bibîne, divîyabû here profîla wî nivîskarî. lê niha mirov rasterast dikare naveroka wan jî bibîne. |
|
13.05.2020 15:54 ~15:55 |
simurg56
|