Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cemidandin] de;

1. berevajî germkirinê teknolojîyek zehmet an jî paşdemayî e. li gel ku valahiya fezayê nêzikî -270 derece ye, li dinyayê cemidandina tiştan gelek zehmet e.
ji bo germkirinê mirov dikare agir bike, ber tavê bimîne an jî rasterast berê herka elektrîkê bide rezîstansekê bes e. bi awayekî gelek hêsan û bêdeng, mirov dikare germahîyê peyda bike. heta hûn bi têlekê, her dû alîyên batarya an jî pîlekê jî bigihînin hev, hûn ê germahî peyda bikin.
lê mixabin cemidandin ne wisa ye. 2 rêyên sereke hene;
- bi alîkarîya pompayekê mirov gazekî dişidîne heta ku bibe av, paşê berdide nav sîstemek ya borîyan û dema ew av yekcar dîsa veguherî gazê, derdora xwe dicemidîne.
- an jî bi rîya germkirinê di navbera şilemenîyan de reaksîyonên kimyewî tên rûdan û bi saya van reaksîyonên endotermîk, derdor tê cemidandin. (absorption chiller)

ev her du rêbaz jî, gelek cî digirin û gelek deng derdixin. ji ber vê yekê, mirov nikare ji bo cemidandina tiştan, cîhazek portatîf çêke û bi xwe re bigerîne. di vê mijarê de û mijara bataryayan de dilê min gelek ji zanistê maye.



23.05.2020 23:37 ~23:39 | simurg56