1. biwêjek e ku dîsa ji xeynî herema xwe li tu derî, zêde lê rast nehatime. cem me taybetî weke ez tirsim tê gotin.
wateya wê gelekî cuda ye û şûna wê ne kurdî de ne jî tirkî de peyveke din tune.
weke mînak:
- te çi bi gozan kir, te çend heban şikand û paqij kir?
+ welleh min hê dest nedayiye yekê jî...
- ez tirsim tu bêjî "belê bavo min hemûyan xelas kir"
weke li jor jî tê dîtin di rewşên ku mirov tiştek ji kesê pêşber hêvî neke û bawer neke ku bikare karekî bike. wateyek îronîk dihewîne.
- keça min tu dikarî avek cemidî bidî bavê xwe?
+ na welleh îşê min heye yabo.
- ez tirsim mirov tiştek bêje te û tu hêcetan nebînî.
mînak dikarin werin zêdekirin.
bi qasê dizanim -ku zimanê tirkî ji piraniya tirkan baştir dizanim- tirkî de peyvek wisa tune.
lê ev peyv ji bûye yek ji peyvên kurdî ku rasterast li tirkî hatine wergerandin. hevsera min carina hevokên wisa bi kar tîne;
- korkarım bir kere de yaptığım yemeği beğenirsin!
: ) weke hûn dibînin li vir qetla kurdî û tirkî bi hev re diqewime û tenê ez fêhm dikim.
|