Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [piyaseya avahiyan li tirkiyeyê] de;

5. pîyaseya ku vê meha hezîrana 2020an har bû. lê belkî li tu dera tirkiyê, wek amedê zêde nebû. divê mala xwe bar bikim amedê, loma ev çend meh in min xanî digeriya, ji ber koronayê jî min nedikariya her roj herim û bi çavên xwe lê mêze bikim. loma min hêdî hêdî digeriya.
mixabin piştî ketina faîza kredîyên avahiyan, bûhayên avahiyan bû tofan û li me rabû.
di malpera sahibinden.comê, gelek îlanan dişopînim, necamêrno her roj bûhayê xwe zêde dikin. lê ev heftîyek e ku êdî hêdî hêdî be jî kêm dibin. vaye yek ji wan îlanên ku dişopînim;
Here lînkê
hinek îlanan bi taybetî dişopînim ji bo dîtina kêmbûna wan.
bi rastî ev rêjeyên faîzê gelek baş in ji bo kirîna xaniyan lê belê bûhayên heyî, gelek fîşalkirî ne. erê li gorî bajarên din yên mezin, amed hê jî baş e lê li gorî amedê bixwe, zêde ne.
wê kengî vegere bûhayên berê, an jî wê vegere an na, ne diyar e. çimkî ji aliyekî ve jî çêkirina avahiyan sekinî ye, eger werin çêkirin jî ji ber zêdebûna bûhayê hêsin û hêmanên din, malîyeta avahiyan wê zêde be û ev jî wê bibe sedema zêdebûn bûhayên avahiyan.
welhasil, li gorî texmîna min wê van 1-2 mehan bûha hinek li cihê xwe bisekinin heta wê hinekî kêm bibin. paşê li gorî polîtikayên akpê û rewşa koronayê belkî krîzek demildest çêbe û herkes mecbûrî firotina xaniyên xwe bimîne û bûha bikevin, an jî eger ekonomî hinek were ser hemdê xwe (ku zêde ne mimkun e), wê bûha hêj zêdetir bibin.

niha herkes hewl dide xanî bikire, loma qûna xwedî-xaniyan li ezmanan ketiye. wê rojê me bi yekî hev kir, min serî li kredîyê da, 2-3 roj mabûn ji bo dewrê lê bênamûs ji soza xwe vegerîya. dîsa berî 3 heftiyan xaniyek ket îlanê, min telefon kir û got ez ê piştî saetekê werim li xanî binêrim, lê hê ez di nivê rê de, bang kir got bûha 20 hezar zêde bû, heta ez giham wê derê, 6 din jî zêde kir. jixwe xanî jî ne tu gû bû. yanî dibêm, pîyase tije ehmeqên wisa bûye ku hê nizanin ka dixwazin xaniyên xwe bifroşin an na, an jî çiqasî bifroşin. tê bêjî qet mezat e.



25.06.2020 10:25 | simurg56